Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta Someye Exterşomar bi fermî ji îdareya perwerde û hînkariyê hate derxistin

12:09 - 6 Çirriya pêşîn 2024

Heyeta pêdeçonê ya pêregihîştin bi dosyeya mamosta Someye Exterşomar a mamostaya bajarê Merîwanê, careke din biryara derxistina vê ji îdareya perwerde û hînkariyê hate erêkirin.

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê tevî belavkirina biryara heyeta pêdeçon bi dosyeya mamosta “Someye Exterşomar” ragihand: “îdareya perwrde û hînkarî li parêzgeha Sinê de digel hêzên ewlehî û dezgehên serkutkirinê, li wan heyvên dawiyê de bi çêkirina dosyeyan bo çalakvanên sendîkayî, dest avêtine derxistina mamostayan, kêmkirina pile ûpayeyên wan û ragirtina karê wanegotina mamostayan li vê parêzgehê”.

Herwisa vê Şêwrayê li derheq vê biryarê de ragihand: “Şêwreya Hevahengî tevî piştevanîkirin li mamosta Someye Exterşomar û lipeyketina yasayî bo vergirtina mafên vê mamostayê, berdewamiya çêkirina dosyeyan bo çalakvanên sendîkayî, şermezar dike”.

îdareya perwerde û hînkariya rêjîmê li 23ê Befranbara 1402 a rojî bi şandina nivîsekê bo heyeta destpêkî ya pêregihîştin bi dosyeyên mamostayan, tohmetên wek belavkirina nivîsên bêrîzîker bi rêjîmê, endametiya çalakane li sendîkaya neyasayî ya mamostayan û belavkirina nivîsan li dijî rêjîmê û dariştina pirsyarên waneya Ingilîsê bo piştevanîkirin ji neraziyan û piştevanîkirin li Hizbên Kurd ên opozîsiyonê û birêvenebirina hicaba bi zorê û çend tohmetên din bi  vê mamostaya Kurd dabûn.

Mamosta Someye Exterşinas pêşîneya 17 sal wanegotina zimanê ingilîsî heye.

Mamosta Someye Exterşomar a mamostaya beşa navendî ya bajarê Merîwanê li heyva Cozerdana 1403 bi biryara destpêkiya heyeta pêregihîştin bi dosyeyên karmendên vê îdareyê li parêzgeha Sinê, ji kar hate derxistin.