Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 479an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

19:49 - 6 Çirriya pêşîn 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

 

Manşêt Rûpela 1 - Xwe rêkxistina Kurdan hewce ye, nivîsa Nûredîn Sofîzade.

 

Rûpela 2 gotara - Ber bi kîderê?, nivîsa Kerîm Perwîzî û wergêran Bêhzad Simko.

 

Rûpela 3 gotara - Xwestek, têgihiştin û bijarde di pevçûnên navbera Îran û Îsraîlê de, nivîsa Elî Munezemî.

 

Rûpelên 4 gotara - Şerê  Îranê û Îsraîlê,  derfeteke nû  bo xurtkirina Şoreşa  “jin,  jiyan, azadiy” nivîsa Serbest Urmiye.

 

Rûpelên 5 û 6 hatine terxankirin bo gotarekê - Werîsê Iranê bû hirî, nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

 

Rûpela 7 gotara - Piştî êrîşa Îranê ji bo ser Îsraîlê ji her carê zêdetir xuya ye ku Îran bombeya etomê dixwaze! nivîsa Eskender Ceiferî.

 

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

 

Rûpelên 8  gotara - Heta miletê Kurd bindest be, gelê Tirk, Ereb, Faris jî dê nikaribin di nav xweşî û azadîyê de bijîn! nivîsa Cano Amedî.

 

Rûpela 9 de gotarek hatiye weşandin li jêr nave “ÎXANET!” nivîsa Hesesn Haranî.

 

Rûpela 10 gotara - Çima me jina rexnegir tune ye? Nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem.

 

Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

 

Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek e ku şiltaxî û şerxwaziya rêjîma Îranê temsîl dike. Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

 

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

 

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.