Li roja derbasbûyî zêdertir ji 100 balafirên Îsraîlî, êriş kirne ser zêdetir ji 200 armanc li Lubnanê de û teqandine û demjimêrên şevê jî careke din li 6 deveran de êrîşên esmanî bo ser devera Zahiyê li Beyrûtê hatine kirin û disan jî berdewam bûne.
Pêka raporeke Artêşa Îsraîlê ku nûçegihaniya El erebiye belav kiriye, li demjimêrekê de li roja Dûşemî 16ê Banemerê, 200 binke û cihên Hizbullahê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatine teqandin lê pêka rapron navxweyî yên Îsraîlê, li vê demjimêrê de zêdetir ji 100 balafirên Îsraîlî, zêdetir ji 120 armanc ku yekeyên Hizbullahyê li başûrê Lubnanê, hêza Rizwan, lançêr û cihê amadekariyên avêtina rakêtan û stada zanyarî ya Hizbullahê jî li xwe digre teqandine.
Herwisa li demjimêrên şevê de jî Artêşa Îsraîlê 6 caran li pey hev, devera Zahiye li başûrê Beyrûtê bi giranî bombebaran kirine û demjimêreke paştir jî 2 êrîşên esmanî li ser vê deverê hatine kirin û li her êrîşekê de dengê teqînên gelek mezin hatine bihîstin û agirê wan teqînan gelek bilind bûye û hinek ji wan armancan de çendîn teqînên li pey hev qewimîne.
Îsraîlê pêştir bi xelkê Lubnanê ragihand ku ji binkeyên Hizbullahê dûr bikevin bi taybet daxwaz ji xelkê 2 deverên Bajarê Beyrûtê yên “Borc El-Beracine û Hedes” kirine ku zêdetir ji 500 metran ji wan deveran dûr bikevin.
Hejmara kuştî û birîndarên Hizbullahê û xisarên pêketî bi cebilxane, enbarên mûşek û rakêtên Hizbullahê gelek zêde ne û rêjeya vê bi serastî nehatiye zanîn.