Berpirsê Karûbarê Derve yê Yekitiya Ewropayê huşdarî da û ragihand ku tevahiya Rojhilata Navîn li jêr metirsiya hilveşîna tevav de ye û xuya dike ku cîvaka Navnetewî şiyana kontrolkirina vê metirsiyê nîne.
Roja Dûşemî 16ê Rezberê “Jozêp Borêl” ê Berpirsê Karûbarê Derve yê Yekitiya Ewropayê huşdarî da û got: “Rewş roj bi roj li rojhilata Navîûn de xirabtir dibe û tevahiya Rojhilata Navîn li jêr metirsiya hilveşîna tevav de ye û xuya dike ku cîvaka Navnetewî nikare û şiyana kontrolkirina vê metirsiyê nîne ”.
Herwisa navbirî ragihand ku xelkê Rojhilata Navîn zêdetir ji her demekê li jêr metirsiyê de ne û li dewreyeke bê dawî ya tundîtîjî, kerb û tolhildanê de bi girtî mane.
Navbirî ev yeka jî got ku ti rêkareke leşkerî nikare paşeroja Felestîn û Îsraîlê garantî bike. Lê navbirî ti basek ji rola bin gehîn û hewlên rêjîma Îranê bo berdewamkirina şer û bi kuştindana xelkê Felestîn û Lûbnanê nekir.
Gotinên Cozêp Borêl li halekê de ye ku îro Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyaho ragihand ku dewleta Îsraîl mijûlê guherîna rewşa ewlehî li Rojhilata Navîn de ye ku êdî 7ê Oktobreke din dubare nebe.