Pêka nûçeya gihîştî bi Navenda Ragihandin a Hizba Dêmoklrat a kurdistana Îranê, rêjîm bi mifahvergirtin ji baweriyên olî yên xelkê deverên nişîv ên Rojhilatê Kurdistanê, hewlê dide ku caş û bikirêgirtiyên xwe bo tevlîbûn bi şerê Lubnan li dijî Îsraîlê bişîne.
Rêjîm bilî caş û besîcan, mijûlê tomarkirina navê xelkê deverê ye ku bikare hêzeke mirovî bi taybet ji Kurdistanê û li parêzgehên “Îlam, Kirmaşan û Luristan”ê bo enya şerê digel Îsraîlê bişîne.
Rêjîma Îranê hewla bikaranîna baweriya ola “Şî`e” bo cudatîxistin li nav xelkê Kurdistanê dide.
Deverên xwarê yên Rojhilatê Kurdistanê, li heyama salên derbasbûyî de gelek zêdetir ji beşên din ên Kurdistanê kevtine ber êrîşên rêjîmê û bi berdewamî cehda vê yekê hatiye kirin ku bi rêya cudatîdanînan wek bikaranîna ziman, kultûr û bi taybet ol, ji beşên din ên Kurdistanê cuda bike.
Ew hewla rêjîmê bo cudakirina xelkê nawçên Îlam û Kirmaşanê ji nawçên din ên Kurdistanê, li halekê de ye ku li berdewamiya tevgera Jînayê de ew parêzgehane bi awayekî çalak, beşdarî vê tevgerê bûne û bili vê, serkutkariyên rêjîmê bi sedema çalakiyên xelkê li warên cuda yên çandî, hunerî, civakî û … hd, her berdewam in.
Lewma nabe bi ti curekê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pîlanên rêjîmê ve bêne xapandin û bikevne dafka rêjîmê.