Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li bajarê Pîranşarê, kolberek kuşt û yek jî birîndar kir

12:10 - 8 Çirriya pêşîn 2024

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranî li deverên sînorî yên bajarê Pîranşarê de kolberek bi dijwarî birîndar kirin û kolberek jî bi lêdan û kutanê û derbelêdan bi serê wî, kuştin.

Hêzên hov û dije mirov ên henga sînorî yên rêjîma Îranê, li roja Duşemî 16ê Rezberê, li devera sînoriya “Dilawan” a ser bi bajarê Pîranşarê, bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê teqe li hejmarek ji kolberan kirin ku li encam de kolberek ê bi navê “Husên Kemalniya” bi dijwarî birîndar bû, hêzên hov di cihê şandina wî bo nexwexaneyê bi awayekî hovane û dûr ji mirovahiyê, ew bi birîndarî îşkence kirine û kutane û derbên gelek giran bi serê wî dane, navbirî ji aliyê xelkê ve bo nexweşxaneyê hate veguhastin lê bi sedema wan derbên giran canê xwe ji dest da.

Navbirî take nanhênerê mala xwe bûye û dayîkeke nexweş heye ku bi sedema nexweşiya şekerê, çavên xwe ji dest dane û li rewşeke herî dijwar de dijî.

Herwisa kolberekî din ê bi navê “Ferdîn Qilaş” ê xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîma dije mirov a Îranê, bi dijwarî hatiye birîndarkirin ku bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û rewşa wî kolberê birîndar bi nebaş hatiye ragihandin.