Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wan çend rojan dehan kes li Îranê de bi sedema wexwarina Meşrûba qelp, canê xwe ji dest dane

12:12 - 8 Çirriya pêşîn 2024

Gorî hin jêderên navxweyî û ragihandinên rêjîmê, di wan çend rojên derbasbûyî de, bi sedemê wexwarina meşrûba destçêkirî û xirab, aliyê kêm 18 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 300 kesî halê wan xirab bûye û niha li nexweşxana de hatine razandin û çendîn kes jî kor bûne û çavê xwe ji dest dane.

Gorî gotina birêveberê derman a Zanîngeha zanistên pizişkî li parêzgeha Mazenderanê, piştî evê ku hine kesan wexwarinên kiholî, anku meşrûba sexte û xirab wexwarinî, nêzî 20 kesî canê xwe ji dest dane, 284 kes jehrawî bûne û li nexweşxanê de hatine razandin û aliyê kêm 4 kes kor bûne û metirsiya korbûnê li ser hin kesên dinê ye jî ku niha li nexweşxanê de hatine razandin.

Gorî raporên pizişk û nexweşxanan, bo 81 kes ji evên jehrawî bûn û li nexweşxanê de ne, bi armanca çareseriyê hatine Diyalîze kirin û 16 kes jî halê wan gelek xirabe û li beşa taybet a “ICU” de li jêr çavedêriyê de ne.

Piştî hatina ser kare rêjîma Îslamiya Axundî li Îranê de, bi avayê qaçax Berhemanîn û çêkirina Wexwarinên Kiholî, anku Meşrûbê hebûye. Ev ji vedigere ser vê yêkê ku gorî yasayên rêjîmê bikaranîn û hebûna meşrûbê bi temamî qedexe û herame û sizayê girane wek girtin û qamçî lêdan.

Lewma hinek kesên derfetperest û mafiya û hinek caran ji aliyê xudî rêjîmê ve meşrûba xirab tête berhemanîn û digehe destê wan kesan ku diwexon, heya niha gelek caran bi vê sedem gelek kesan canê xwe ji dest dane.