Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera pasdar Qaanî piştî bombebarana Beyrûtê hêj bi tevavî rohn nebûye

12:13 - 8 Çirriya pêşîn 2024

Piştî bombebarankirina Hizbullahê li bajarê Beyrûtê, qedera pasdar Qaanî yê terorîst ê berpirsê spaha quds, hêj bi serastî rohn nebûye lê ji heftiya derbasbûyî ve nehatiye xuya û ti pêwendiyek jî negirtiye.

Pêka rapora “Reuters”ê 2 berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê bi vê nûçegihaniyê ragihandine ku ji destpêka êrîşên vê dawiyê li Beyrûtê ên li dawiya heftiya derbasbûyî ve heta niha, ti zanyariyek li derheq Îsmaîl Qaanî yê fermandeyê spaha quds li ber dest nîne.

Pêka hinek çavkaniyan, Qaaniyê terorîst li dema kuştina “Haşim Sefyedîn” ê berpirsê nû yê Hizbullahê ji aliyê Îsraîl ve, ev jî li wê bînayî de bûye û ji vê demê ve ne rêjîma Îranê û ne Hizbullaha Lubnanê, nekarîne ti pêwendiyekê bi wî terorîstê gemar ve bigrin.

Terorîstekî din ê bi navê Îrec Mescidî yê cihgirê hevahenkerê sipaha quds a spaha pasdaran îdia dike ku Qaanî sax e û rewşa tendirustiya wî gelek başe û mijûlê cîbicîkirina karê xwe ye û herwisa rêjîmê jî peyamek li ser navê îsmaîl Qaabnî belav kirine.

Lê heta niha qedera Qaaniyê terorîst ê bikujê zarokên xelkê, rohn nebeûye.