Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin

12:14 - 8 Çirriya pêşîn 2024

Artêşa Îsraîl ragihand ku berpirsê binkeya locistîka Hizbullha Lubnanê li êrîşa roja Sêşemî 17ê Rezberê de kuştiye.

Roja Sêşemî 17ê Rezberê, Artêşa Îsraîl ragihand ku li êrîşeke taybet de “Sohêl Husêyn Husêynî” yê fermandeyê binkeya locistîka Hizbullahê ji nav biriye, ew binkeya Hizbullahê navenda locistîkî ya navxweyê Hizbullahê ye û erkê dabeşkirina diraf û birêveberiya yekeyên cuda yên Hizbullahê li stuyê vê binkeyê ye.

Herwisa Artêşa Îsraîl ragihand ku wî milîsê ser bi rêjîma Îranê roleke bingehîn li veguhastina cebilxaneya rêjîma Îranê bo milîsên Hizbullahê, hebûye û navbirî yek ji endamên şêwreya cehad, şêwreya rêberiya bilind a leşkeriya Hizbullahê bûye.

Pêka gotina Artêşa Îsraîl “Sohêl Husêyn Husêynî” berpirsê hestiyartirîn projeyên locistîkî yên Hizbullahê ên wek pîlanên şer û kiryarên din ên taybet ên terorîstî û hevahengiya êrîşên terorîstî ji Lubnan û Sûriyê bo ser Îsraîlê bûye.

Herwisa vê binekya Hizbullahê yekeyên lêkolîn û geşeya Hizbullahê li berhemanîna mûşekên kurûz û birêveberiya paşkevtkirin û enbarkirin û veguhastina cebilxane li Lubnanê de li xwe digre ku ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hate teqandin.