Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Hizbullaha Lubnanê daxwaza agirbestê dike û bi sedema pêketin derbên giran û givaşan, vê daxwaziyê dike.
Roja Sêşemî 16ê Rezberê, “Matthew Miller” ê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li civîneke rojnamevaniyê de got: “daxwaziya Hizbullahê bo sekinandina şer dide xuya ku ew girûpe li jêr givaşê de ye û bi berdewamî derbe pêdikevin”.
Herwisa navbirî got: “Salek bû ku cîhanê daxwaza vê agirbestê dikir lê Hizbullahê ev erê nedikir û niha ku Hizbullah kevtiye jêr givaşê û bi berdewamî derbe pêdikevin, nişkê ve guherî ye û li pey agirbestê ye”.
“Matthew Miller” ew yeka jî bi tekezî ragihand ku “Amerîka her wekî pêştir, li pey rêçareyên dîplomatîk e”.
Axaftinên navbirî li halekê de ye ku roja derbasbûyî, “Neîm Qasim” ê cihgirê serokê Hizbullahê li axaftineke têlêvîzyonî de îdia kiribû ku “şiyana vê girûpê ku rêjîma Îranê piştevaniyê lê dike, gelek zêde ye û hêzên vê tevî wan hemû derbên giran ku li heftiyên derbasbûyî ve ji aliyê Îsraîlê ve bi wan kevtine, mijûlê rawestan li hember êrîşa bejayî ya Îsraîlê ye”!
Hizbullahê her wekî Hemasê, bi pêka siyaseta şûm û gemar a rêjîma Îranê, hem xelkê xwe da kuştinê û hem xwe ji nav diçe û Îsraîlê pitira şiyana leşkerî û herwisa hemû rêberatiya Hizbullahê ji nav biriye.