Serokê rêjîma Sûriyê, bi sedema givaşên ser xwe û paşhatên şerxwazî û fitneyên rêjîma Îranê li Sûriyê, daxwaza derketina hêzên spaha pasdaran a terorîst ji axa Sûriyê dike.
Beşar Esed ê serokê rêjîma Sûriyê daxwaz kiriye ku spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst ji Sûriyê derkeve, ew yeka li halekê de ye ku 10an sale diraf û bûdceya xelkê Îranê ji aliyê rêjîma axundî ve bo piştevanîkirin li rêjîma Beşar Esed tê xerckirin.
Kiryarên terorîstî yên rêjîma Îranê bo piştevanîkirin li terorîzma navnetewî û herwisa bi kuştindana xelkê Felestîn, Lubnan û Sûriyê, bûye sedem ku rojane li gund û bajarê Sûriyê de binke, cebilxane û enbarên milîsên ser bi rêjîma Îranê bibin armanc û bêne teqandin û hekî Beşar Esed xwe ji vê rewşê rizgar neke dê qederek hevşêweyê Hemas û Hizbullahê hebe û Sûriye dê wek Xezê û başûrê Libnanê, bê kawilkirin