Çendîn kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyan û kedkar û karmendên pîşeyê yên nefta gaza Îranê û pîşeya pola li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon.
Roja Duşemî 9ê Rezberê, li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarê Kirmaşanê, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û tevî dubarekirina daxwaziyên xwe, dirîşma “yekîtî yekîtî, malnişînkirî li dijî sitemkarî û cudatîdanînan serî hilde” dan.
Herwisa karmendên şirketa neft û gaza Pars li yekeye 1 a Eselûyê, palavtingeha gaz a Fecrê Cem û neft û gaza pars ya yekeyên 40 daneyî û şirketa gaza Parsê cinûbî, li bajarê Bûşêlhrê, kombûnên berfireh ên nerizayetiyî li yekeyên karkirina xwe de bi rê ve birin û daxwaziyên xwe yên çendcarekiri, careke din dubare kirin.
Herwisa li vê rojhê de jî karmendên şirketa pola ya Madkoş a bajarê Benderebasê, sêyemîn roja mangirtina xwe berdewam kirin û tevî pêdegirî li ser daxwaziyên xwe yên wek zêdekirina heqdest û hiqûqan, dana vê li serê wext û bersivdana berpirsan bi pirsgirêkên jiyanû karê wan, berdewam kirin.
Herwisa wan karmendan dane zanîn ku heta biderstveanîna daxwaziyên xwe dê mangirtîna xwe berdewam bikin.