Kedkaran û xwendekaran zêdetir ji 3 kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve birin û pêdagirî li ser daxwaziyên xwe kirin
Roja Çarşemî 18ê Rezberê, hejmarek ji kedkarên kompaniya Sîman a Lamerdê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyêpn xwe li rûberûyê bînaya fermandariya rêjîmê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kedkarên şirketa Asfalt a Tûs ku li kangeha “Çadimelo”yê de kar dikin ji roja Şemiyê ve heta roja Çarşemiyê, dest ji kar berdane û kombûna nerizayetiya xwe heta roja Çarşemiyê jî berdewam kirine û daxwaza zêdekirina heqdest û serastkirina pirsgirêkên bîmeyên xwe kirine, lê berpirsên pêywendîdar tevî ku heta niha ti bersivek nedane wan, xwarina rojaneya wan kedkaran jî qut kirine.
Li bajarê Hîrmendê ser bi bajarê Zahidanê jî xwendekaran zanîngeha Perdîs bi sedema guhnedana berpirsên zanîngehê bi rewşa perwerede û hînkarî û nebûna alav û hewcehiyan, li ofîsa fermandarê rêjîmê li bjarê Hîrmerndê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Heta niha berpirsan bo çareseriya wan pirsgirêkan û pêregihîştin bi daxwaziyên wan neraziyan ti pêngavek hilnegirtine.