ciwanekî xelkê bajarê Kirmaşanê li nav wî bajarî de ji aliyê hêzên dijemirov ên rêjîma Îranê li nêzî şûnwarê dîrokiya “Taqê bostan”ê li ber çavê xelkê, hate kuştin, wan hêzan berî kuştina wî ciwanî, teqe li xelkê din jî kirine.
Roja Sêşemiyê 17ê Rezberê, cîwanekî temen 22 salî yê bi navê “Mêhrşad Elmasî”, xelkê taxa “Anahîta” ya bajarê Kirmaşanê, li nêzî cihê geştiyarî û dîrokiya “Taqê Bostan” a bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên çekdar ên rêjîma Îranê ve li ber çavê xelkê hate kuştin.
Pêka zaniyariyên geheştî, “Mêhrşad” bo rêgirîkirin ji destbeserdegirtina hêzên çekdar ên rêjîmê bo ser motorsîklêta xwe, hewla xwederbaskirin ji dest wan hêzên hov daye û hêzên rêjîmê tevî teqekirin li xelkê, ew jî kirine armanc û kuştine.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku 2 gulle bi “Mêhrşad Elmasî” kevtine û ew kuştiye lê xelkê li wir, tevî ku rastî gulereşandina wan hêzên hatine, ti kes birîndar nebûye.