Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihand ku êrîşa me bo ser rêjîma Îranê dê gelek dijwar be

11:55 - 10 Çirriya pêşîn 2024

Tevî ku heta niha bi serastî bernameya êrîşa îsraîlê bo ser rêjîma îranê nehatiye zanîn Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihand ku êrîşa me bo ser rêjîma Îranê dê kujer, hûr û bi nişkêve be.

Roja Çarşemî 18ê Rezberê “Yûav Galant” ragihyand ku êrîşa me bo ser rêjîma Îranê dê bi qasek bikuj, hûr û bi nişkêve be ku rêjîma Îranê nezane çi qewimiye û çawa qewimiye.

Heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê dê çawa be, lê navend û damezraveyên navkî, leşkerî, berpirsên rêjîmê, nefta Îranê û renge çend xalên stratejîk li Îranê bibin armanca êrîşên Îsraîlê.

Li vê derheqê de “Piyêr Polîwiyêr” ê serokê partiya Parêzvan a Kanadayê gotiye: “Hekî Îsraîl rêgirî ji destpêregihîştina rêjîma dîktator û cinayetkar û olî ya Îranê bi çeka navkî bike, ew dê xelata dewleta Îsraîl bo mirovahiyê be”.

Herwisa serokwezîrê berê yê Îsraîl, “Neftalî Bênêt” li vê derheqê de gotiye: “Divê Îsraîl bernameya navkiya Îranê û herwisa rêberatî û aboriya Îranê bike armanc”.

Heta niha Îsraîlê bernameya êrîşa xwe bo ser rêjîma Îranê bo ti hevpeymek xwe heta Amerîkayê jî bi tevavî eşkere nekiriye.