Li berdewamiya Kuştina berpirsên Hemas û Hizbullahê, fermandeyekî payebilind ê Hemasê û 2 fermandeyên din ên Hizbullahê li êrîşên esmanî ya Îsraîlê bo ser Xeze û Lubnanê de hatine kuştin.
Roja Çarşemî 18ê Rezberê, Hêzên ewlehiya Îsraîl “Şîn Bêt” li operasiyoneke taybet de “Ossam El-Selac” ê fermandeyê taya ciwanan a “Ketayîbê El-Eqsa” li bajarê Nablosê de kuştin û herwisa balafirên şerker ên Îsraîlê, fermandeyê Hizbullahê yê devera “Hevla” ku berpirsê avêtina rakêtên dijetank bi devera “Kiryat Şemûne”yê bûye, kirine armanc û kuştine.
Herwisa fermandeyekî din ê Hizbullahê ku berpirsê yekeyên avêtina rakêtên dijetank li devera “Mîs El-Cebel”ê yê bi navê “Mihemedelî Hemdan” ku berpirsê avêtina piraniya rakêtên bo bajarokên bakûrê Îsraîlê bûye, ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye kuştin.
Pêka dawî raporên belavbûyî, balafirên Îsraîlî, enbarên cebilxane û jêrxanên leşkerî yên Hizbullahê li başûrê Lubnanê û devera Beyrûtê, careke din kirine armanc û teqandine.
Hizbullaha Lubnanê, cebilxaneya xwe li jêr bînayên niştecîbûna xelkê sivîl, Mizgevtan û xwendigeh û zanîngehan de cihgîr dike ku wek mertal bi kar tîne.