Kompaniyeke mezin a berhemanîna maşînan a ser bi spaha pasdaran a terorîst û herwisa binkeyeke leşkerî ji aliyê balafirên Îsraîlê ve li deverên “Hums û Hema”yê de hatine teqandin.
“SANA” , kanala têlêvîzyona fermî ya rêjîma Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li demjimêr 1ê sibêdeha roja Pêncşemî 19ê Rezberê, hêza esmaniya Îsraîl li devera pîşeyî ya bajarê Humsê de binkeyeke leşkerî li derdora bajarê Hemayê de kirine armanc û teqandine ku xisarên gelek giran ên malî li pey xwe aniye.
Pêka rapora Arêşa Îsraîl kompaniyeke montaca maşînan a spaha pasdaran a terorîst li êrîşa esmaniya Îsraîlê li devera pîşeyiya “Hesya” li parêzgeha Humsê de hatiye teqandin û xisarên gelek mezin bi vê kompaniyê kevtine û beşeke zêde ya vê kompaniyê jî şewitiye.
Herwisa çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê ragihand ku êrîşa Îsraîl bo ser vê şirketa liserhevkirina maşênan a spaha pasdaran li halekê de ye ku hêzên artêşa Beşar Esed û berevaniya esmaniya rêîjîma Sûriyê jî li wir cihgîr in.
Herwisa “SANA”yê ragihand ku çendîn teqînên mezin li bajarê “Dir`a”yê de li parêzgeha Hemayê, qewimîne lê vê kanala fermî ya rêjîma Sûriyê ti îşareyeke bi rêjeya kuştî û birîndaran li wan 2 êrîşan de nekiriye.