Rêjîma Îranê 18 kes li 2 rojan de bidar vekirin, ew yek li roja cihanî ya “Ne bo Bidarvekirinê” û roja piştî hingê de bû.
Rêjîma Îranê roja Çarşemî 18ê Rezberê, li girtîgeha Qizilhisar li bajarê Kerecê de zêdetir ji 10 mêr û jinek, bidar vekirine ku 2 kes ji wan Belûç, 2 kes Kurd û 2 kes jî xelkê Efxanistanê bûne ku li vê girtîgehê de hatine bidarvekirin, herwisa li girtîgeha Çûbînder a rêjîma Îranê li bajarê Qezwînê de jî 2 kes hatine bidarvekirin.
Herwisa roja 19 ê Rezberê 2 girtiyên Kurd bi navên Borhan Ensarî xelkê Urmiyê û Esed Ferheng xelkê bajarê Seqizê li girtîgeha Urmiyê de hatne sêdaredanê.
Roja 20 ê Rezberê jî 3 girtiyên dinê li girtîgeha rêjîmê li Kerecê de hatne bidarvekirin.
Birêveçona bidarvekirina wan 18 girtiyan li halekê de ye ku roja Pêncşemî 19ê Rezberê, roja cîhaniya “Ne bi bidarvekirinê” bû û rêjîma Îranê bi rohnî dide xuya ku ti girîngiyekê nade canê mirovan û herwisa yasayên navnetewî yên mafê mirovî.