Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya kangehên Îranê tûşî îflaskirinê bûne

11:46 - 1 Çirriya pêşîn 2024

Bi sedema berçavnegirtin û nebûna alav û hewcehiyên parastina canê kedkaran li kangehên Îranê, kar li piraniya wan kangehan de sekiniye û rastî îflas û şikestê hatine.

Wezîrê Kar ê rêjîma Îranê yê bi navê Ehmed Mêyderî li bersiva rexneyên li derheq xemsariya karpêderên kangeha rijî ya Tebesê ragihand ku piraniya kangehan li Îranê de îflas kirine û nikarin wan pirsgirêkan bi şevekê çareser bikin. Ew yeka li halekê de ye ku pêştir kedkarên vê kangehê ji kombûna gaza mêtan li vê kangehê de hem berpirsê kangehê û hem karpêder agehdar kiribûn lê li bersivê de gefa derxistin likar ji wan xwaribûn.

Li vê derheqê de “Husên Hebîbî” yê endamê heyeta birêveberiya navenda şêwreya Îslamiya kar, ragihand ku ji gelempera 6 hezar û 25 kangehên li Îranê, bi tenê %23 a wan yekeyên ewlehî hene û ew kêmasiya rêjîmê ye û kangehên rijî qazanceke %51 bo karpêderan heye lewma nebûnba sensorên huşdarîdanê bi ti awayek ji wan nayê qebûlkirin.

Herwisa navbirî gefxwarina berpirs û karpêderên li kedkarên kangeha Tebesê, bi cinayet binav kir.

Spaha pasdaran roj bi roj kangehên Îranê zêdetir qurix dike û ti yasayeke parastina canê kedkaran jî bi rê ve nabe û ti girîngiyekê bi canê kedkaran nade.