Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê navê 16 kompanî û 23 gemiyên ser bi rêjîma Îranê xistne nav lîstê dorpêçên xwe

12:06 - 12 Çirriya pêşîn 2024

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand ku 16 kompanî û 23 gemî ku pêywendî bi êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê li 1ê Octoberê de bo ser Îsraîl hebûne, li lîstê dorpêçên bo ser rêjîma Îranê zêde kirine.

Roja Înê 19ê Rezberê, Ofîsa Kontrola Darayî ya Wezareta Xezanedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku bi sedema pêywendiya 16 kompanî û 23 gemî bi êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê li 1ê “October”ê bo ser axa Îsraîlê, ew li lîstê dorpêçên nû yên dijî rêjîma Îranê, zêde kirine.

Herwisa Ofîsa Kontrola Darayî ya Wezareta xezanedariya Amerîkayê daye zanîn ku vê dorpêçê beşa neft û petrokîmiya rêjîma Îranê kiriye armanc û bi micidî li pey givaşên zêdetir ên malî bo ser rêjîma Îranê ye.

Pêka vê daxuyaniyê, ew navend û kompanî li welatên “Malêzî, Hong Kong, Dorgeyên Marşal, Lêbêriya, Hindistan, Sorînam û Îmarat”ê de ne û herwisa ew 23 gemî bi alaya “Bilîz, Panama, Barbados, Sent Kîts û Nowîs, Lîbêriya, Dorgeyên Kok, Saotomê û Pirensîp, San Marîno, Malêzî û Kamêron”ê ne.

Amerîkayê dest bi ser hemû darayiya wan kompanî û gemiyan li Amerîkayê de girtiye.