Hêzên leşkerî û ewlehiyên rêjîmê li bajarê Zahidanê de li dema nimêja nivro ya li Mizgevta Mekkî, vekolîna bedenî li nimêjkeran kirine û li kolan û şeqamên derdora vê mizgevtê de jî hêzên serkutker hatibûne cihgîrkirin.
Rêjîma Îranê bi sedema cinayetên xwe li Belûçistanê her dem ji serhildana gelê Belûç ditirse û li roja Înê 19ê Rezberê de jî, berî ku nimêja Înê li mizgevta Mekkî ya bajarê Zahidanê bi rê ve biçe, vekolîna bedenî li nimêjkeran kirine û hêzên xwe li kolan û şeqamên derdora vê mizgevtê de cihgîr kiribûn.
Pêka raporên belavbûyî hêzên hov ên întizamî, leşkerî û ewlehî yên rêjîmê bi maşînên leşkerî û anîna garda taybet li derdora vê mizgevtê, li hundirê mizgevtê de nimêjker vekolîne.
Herwisa bi vê yekê jî îşare hatiye kirin ku hêzeke zêde li rêyên hatin û çona bo bajarê Zahidanê hatibûne cihgîrkirin û rewaşa bajar bi awayekî hatibû milîtarîzekirin.
Rêjîma Îranê bi qasekî cinayetên hov li Belûçistanê de kirine ku her dem ji bersivdana xelkê ditirse ku dê bibe sedemê serhildanek din.