Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 3 heyv girtîgeh bi ser mamostayeka zimanê Kurdî de sepand

12:17 - 12 Çirriya pêşîn 2024

Dadgeha rêjîmê bi tohmeta “propaganda li dijî rêjîmê” 3 hev girtîgeh bi ser “Sûsen Hesenzade”çalakvana medenî û wanebêja zimanê Kurdî de sepand.

Pêka rapora Kurdpayê, taya 101 a dadgeha sizakirin 2 a rêjîmê li bajarê Bokanê, bi tohmeta “Propagand li dijî rêjîmê” 3 hev girtîgeh bi ser çalakvana medenî û wanebêja zimanê Kurdî, a bi navê “Sûsen Hesenzade”yê de sepand û sepandina vê sizayê li roja Pêncşemî 19ê Rezberê bi vê mamosta û çalakvana Kurd hatiye ragihandin.

Mamosta “Sûsen Hesenzade” li roja Çarşemî 26ê Banemera 1403 a rojî li şeqameke bajarê Bokanê de bê belgeya yasayê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi awayekî hovane û bi tundûtîjiyê, hatibû binçavkirin.

Ew çalakvana medenî û wanebêja zimanê Kurdî, bi armanca lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî dawîhatin bi lêpirsînan bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û li heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêpzer bêpar bû.

Roja Çarşemî 23ê Cozerdana 1403, “Sûsen Hesenzade” bi danîna barimetaya yek milyard Tumenî ji girtîgeha rêjîmê bi awayê demkî û heta dawîhatin bi qonaxên dadgehîkirinê, hatibû azadkirin.

Ew çalakvana medenî heyamê 17 salan dersa zimanê Kurdî li bajarê Bokanê û gundên derdora wî bajarî de gotine û li salên derbasbûyî de jî çendîn caran bi sedema wan çalakiyên xwe ji aliyê navendên ewlehî ytên rêjîmê ve hatibû banghêjkirin û kevtibû ber lêpirsînan.