Rojnameya Amerîkayî a “Wal istryt Jornal” aşkera kir ku Ordon, imarata yêkgirtiye Erebî, Erebistana Siûdî û Qeterê ragihandine ku bi sedema gefên rêjîma Îranê renge li egera êrîşa Îsraîl bo ser Îranê, alîkariya Amerîka nekin.
Wê rojnamê di rapora xwe de li vê derheqê de bi amajekirin bi raya deshilatdarên Amerîkayî û Erebî, nivisî: Ev welatane ku hêzên Amerîkayî jî tê de hene, li dema êrîşa bo ser Îranê, renge nekarin Esman û binkên serbazî û firokexanên xwe bêxne xizmeta Amerîka û Îsraîl.
Ev di halekê de ye ku Îsraîl micide li ser êrîşkirina bo ser îranê û gorî dawî zaniyariyan piştî çendîn caran nîqaşa di navbera Netenyaho û Baydên de, Amerîka êrîş û piştevanî ji Îsraîlê bi dijî Îranê erê kiriye.
Amerîka daxwaz ji Îsraîl dike ku êrîşê neke ser binkên Etomiye rêjîmê, dema ku Amerîka razî bûye, vê yêkê dide xuya ku digel Îsraîl geheştine encamekê ku êrîş bo ser rêjîma Îranê bi çi avayî be.
Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihand ku êrîşa me dê bo ser Îranê nişkêve, bi tundî, bikuj, û pir bandor be.
Rêjîma Îranê ku dizane şiyana bersivdana bi êrîşa Îsraîl çinabe, lewra dibêje hekî Îsraîl binkên Neftiye Îranê bike armanc, Îran dê agir berde tev nefta welatên Erebî.