Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê rêkareke nû bo bi terorîstnasîna spaha pasdaran peyda kir

12:26 - 12 Çirriya pêşîn 2024

Yekîtiya Ewropayê bi peydakirina rêkareke yasayî bo bi terorstnasîna sapaha pasdaran astengekî mezin ku li wan salan de bo bi terorîstnaskirina spaha pasdaran hebû, derbas kir.

Yekîtiya Ewropayê li rêkareke nû de pêka biryara dadgeha “Dosildorf” a Alman, ku spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî nas kiriye, rêkareke nû bo bi terorîstnasandina spaha pasdaran ji aliyê Yektiya Ewropayê ve peyda kiriye û ji astenga ku çendîn sal bû rêgirî ji terorîsnaskirina spaha pasdaran dikir, derbas bûye.

Biryara dadgeha “Dosêldorf”, sizakirinek li hundirê 27 endamên Yekîtiya Ewropayê tê hisêb ku dikre bibe bingeheke yasayî bo zêdekirina navê spaha pasdaran a terorîst li listê girûpên terorîstî ya Yekîtiya Ewropayê.

Berpirsekî payebilind ê Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku piştî lêkolîna dezgeka encamdana karê derve ya ewlehiya Ewropayê(EEAS), biryara dadgeha Dosêldorfê wek binyateke yasayî û tevav bo vî karê hatiye berçavgirtin.

Ew rêkara bo erêkirina dawî bo Yekîtiya Ewropayê hatiye şandin û hewce ye ku hemû welatên endam li vê yekîtiyê, vê pêşniyarê erê bikin.

Herwisa wî berpirsê payebilind ê Ewropayê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe ragihandiye ku ew kar hewcehî bi îradeya siyasî heye û hêj ti demek bo pesendkirina vê pîşniyarê, nehatiye diyarîkirin.

Dewletên “Alman, Firanse û Holend”ê pêştir jî piştevanî li bi terorîstnaskirina spaha pasdaran kirine û seroka Komîsiyona Ewropayê “Ursola vandêrleyn”ê jî piştevanî ji vê pêşniyarê kiriye.