Serokwezîrê Lubnanê daxwaziyek bo Şêweraya Ewlehî ya Netewên Yekgirtî şandiye û daxwaz kiriye ku biryarekê bo sekinandina lezgîn a şer bide.
Serokwezîrê Lubnanê “Necîb Mîqatî” ragihand ku dewleta Lubnanê biryar daye ku daxwaziyek bo Şêweraya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bişîne ku biryareke nû bo sekinandina lezgîn û tevav a şer bide.
Herwisa nabvirî tekezî li pêbendiya dewleta Lubnanê bo birêveçona biryarnameya 1701 a Şêwreya Ewlehî li hemû aliyên vê bi taybet li beşa cihgîrbûna artêşê li başûrê Lubnanê û bihêzkirina vê li sînoran bo kontrol û kêmkirina şer û pevçonan kiriye.
“Necîb Mîqatî” tevî îşarekirin bi vê yekê ku Hizbullahê biryarnameya 1701, erê kiriye, daye zanîn ku ew biryarname li sala 2006 a Zayînî û piştî şerê 33 roje li navbera Hizbullah û Îsraîlê de hate wajokirin û biryar bû ku hêzên parastîna aşitî ya Saziya Netewên Yekgirtî û Artêşa Lubnanê li sînoran de cihgîr bin lê Hizbullahê bê berçavgirtina vê biryarnameyê, li sînoran de cihgîr bûn.
Ev daxwaza Lubnanê bo sekinandina şer li demekê de ye ku Îsraîl berdewame li ser êrîş û bombebarana binke û barigehên Hizbullahê li başûrê Lubnanê de û bê guhdan bi cehdên hemî aliyane bo agirbestê, bi şandina hêzên xwe a Tîpa 205 bo nav axa Lubnanê, oparasyonekî armancdar dest pê kiriye û kontirola dehan nawçe û gund û bajarên Lubnanê girtiye dest xwe.