Pêşmergeyekî kevnare Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi navê Îsa Dûstdar kurê Mecîd, xelkê gundê Gelexir girêdayî bi nawça Somaya ser bi Urmiyê li temenê 66 saliyê de bi sedema nesaxiyê koça dawî kir.
piştî serkeftina şorişa gelên Îranê, dema ku rêjîma îslamiya Îranê hate ser kar û hemî dxwaziyên netewî yên gelê Kurd red kirin û êrîş kire ser Kurdistanê, Îsa Dûstdar jî di sala 1359 tevlî refên pêşmergên Kurdistanê bû çeka berevanî ji Kurd û Kurdistanê havête milê xwe.
Îsa weke pêşmergeyekî xweşmêr li çendîn şer û berxwedanên giran û bi taybetî şerên binavdenge, Berdiyan û Ceterê de beşdarî kiribû.
Îsa heya sala 1363an weke pêşmergeyekî dilsoz xizmeta doza berheqe Hizb û gelê xwe kir, piştre bi sedema birîndarbûnê û rewşa dijvare vê demê a xebatê, li ser îzna Hizbê ço mala xwe, lê rêjîma dije kurde Îslamiya Îranê Îsa girt ku heta sala 1367ê her li girtîgehê de bû.
Wan bûyeran nekarîn hindî libekê bavera Îsa lewaz bin û wî tu carî li henber rêjîmê û daxwaziyên wê de xwe neçemand û teslîm nebû.
Piştî azadiya li zîndanê de, Îsa weke kurdperwer û mirovekî cihê hitbara xelkê û xweşnav heta dawî roja jiyana xwe bi serbilindî jiya.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê Îsa Dûstdar dike û xwe şirîkê xema wan dizane.