Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 10 heyv girtîgeh bi ser “Menîje Xuşnûd” de sepand

12:16 - 13 Çirriya pêşîn 2024

Dadgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, 10 heyv girtîgeh bi ser “Menîje Xuşnûd” a xelkê bajarê Bokanê de sepand.

Pêka rapora Kurdpayê, welatiyek Kurd a bi navê “Menîje Xuşnûd”, temen 56 salî û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê taya 101 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li wî bajarî de 10 heyv girtîgeh bi ser de hatiye sepandin û sepandina vê sizayê, li roja Şemî 21ê Rezberê bi vê welatiya Kurd hatiye ragihandin.

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Bokanê, li dema binçavkirina “Menîje Xuşnûd”, li 10ê Gelawêja îsal, dest bi ser mobayl, kampiyûtêr û hejamrek ji tiştên vê yên kesîn de girtibûn.

Ew welatiya Kurd li 14ê Xermananê, piştî dawîhatin bi qonaxên lêpirsînê, ji girtîgeha îdareya Îtilaat a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hatibû veguhastin û piştre bi danîna barimteyê, bi awayê demkî hatibû azadkirin.