Artêşa Îsraîl fermandeyê Cehada Îslamî yê li devera Nûr-Elşems kiriye armanc û kuşt, hevdem şer li navbera Hizbullah û Îsraîlê de berdewam e, Hizbullahê 320 rakêt avîtine Îsraîl û êrîşên Îsraîlê berdewam in.
Roja Şemiyê 21ê Rezberê Artêşa Îsraîl li êrîşeke esmanî de “Mihemed Ebdullah”ê fermandeyê Cehada Îslamî li devera qiraxa rojavayê çemê Ordonê li devera Nûr-El-Şemsê de kuşt û hevdem endamekî din ê vê saziya ser bi rêjîma Îranê jî ku navê wî nehatiye zanîn li vê êrîşê de hatiye kuştin.
Li vê rojê de Hizbullha Lubnanê 320 rakêt avêtine axa Îsraîlê ku çend ji wan li bajaroka “Kiryat Şemûna”yê de kevtine xwarê, ji aliyê din ve êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser bakûrê Beyrûtê bedewam e û çendîn cih ji aliyê Artêşa Îsraîl ve hatin eteqandin û xisarên giran bi Hizbullahê kevtine.
Li halekê de ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser binke, bargeh, enbarên cebilxane û yekeyên Huzbullahê li gond û bajarokên başûrê Lubnanê berdewam in, artêşa Îsraîl êrîşa bejayiya xwe li wan devran de berdewam kiriye.
Li derdora bakûrê Beyrûtê de jî balafirên Îsraîlî li devera “Birca” li qiraxava “Elşof” û li bajaroka “Dêrbila” ser bi devera “Elbetron” û devera “Elmo`eysire” li “Cebîl”ê binke û bargehên Hizbullahê kirine armanc û teqandine.
Pêka rapora Wezareta Tendirustiya Lubnanê 9 kuştî û 28 birîndar li êrîşa Îsraîl bo ser 2 gundên bakûr û başûrê Beyrûtê, 5 kuştî û 14 birîndar li bajaroka “Elmo`eysire” li bakûrê Beyrûtê û 4 kuştî û 14 birîndar li bajaroka “Birca” encama78 êrîşên esmanyên artêşa Îsraîlê li roja derbasbûyî de bûne, lê vê wezaretê, aşkere nekiriye ku ew kuştî û birîndar ser bi Hizbullahê ne an ne.
Li vê rojê de piledarekî Artêşa Îsraîl li Xezê û serbazekî Îsraîlî jî li başûrê Lubnanê de hatine birînjdarkirin.