Piştî desbasbûne heyvekê ji binçavkirina derhênekerî Kurd, ê xelkê bajarê Banê, qedera wî hêj bi nerohnî maye.
Pêka rapora Kurdpayê, tevî derbasbûna heyvek ji binçavkirina “Riza Elayî”, yê derhênerê Kurd ê xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, hêj qedera wî bi nerohnî maye û navbirî heta niha bi tenê kariye pêywendiyeke têlêfonî digel malbata xwe hebe.
Pêka rapora Kurdpayê, “Riza Elayî” ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê hebûna parêzer û herwisa hevdîtin digel malabata xwe bêpar bûye.
Riza Elayî li roja Çarşemî 21ê Xermanana 1403 a Rojî, bê hebûna belgeya yasayî ji aliyê hêzên îtilaat a rêjîmê li mala xwe de li bajarê Banê, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Navbirî çendîn kurtefîlm û fîlmên dirêj berhem anîne û derhênerê fîlma “Zewiyên pîs” e ku karî li festîvala navnetewî ya “Kan” de beşdar be.
Heta niha ti zanyariyek li derheq rewşa tendirustî û herwisa cihî ragirina wî derhênerê Kurd li be dest nîne û ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî derhênerê kurd li ber4 dest nîne.