Pêka dawî amarên belavbûyî li encama êrîşa dironî ya Hizbullaha Lubnanê bo ser binkeya Artêşa Îsraîl li devera “Binyamîna”yê, 4 serbazên Îsraîlî hatine kuştin û pitir ji 60 serbazî jî birîndar bûne.
Pêka rapora “El-Erebiye” roja Yekşemî 22 Rezberê, li encama êrîşa dironî ya Hizbullaha Lubnanê li demjimêrên 7ê şevê bi dema Têlavîvê, bo ser binkeya Artêşa Îsraîl li devera “Binyamîna”yê ser bi bajarê “Heyfa”yê li bakûrê Îsraîl, 4 serbazên Îsraîlî hatine kuştin û pitir ji 60 serbazî jî birîndar bûne.
Pêka vê raporê rewşa 10 serbazên birîndarbûyî dijwar e.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku li vê êrîşê de ti ajîreke haydariya êrîşa esmanî nehatiye bihîstin û vê dironê karîbû ji sîstemên berevaniya esmanî ya Îsraîlê derbas bibe û berî ku bibe armanc, mûşekek bi vê binkeya Îsraîlê dabû.
Artêşa Îsraîlê roja Dûşemî 23ê Rezberê, li vê derheqê de ragihandiye ku 4 serbazên Îsraîlî li vê êrîşê de hatine kuştin û 51 serbaz jî birîndar bûne ku rewşa 7 ji wan dijwar e.
Ew êrîşa li halekê de ye ku hêzên bejayî yên Artêşa Îsraîlî li deverên başûrê Lubnanê de pêşrewiya xwe berdewam dikin û pêka rapora El-Erbiye, êrîşên esmanî û topxaneya Îsraîl li başûrî Lubnanê de gelek berfireh bûne û enbarên cebilxane yên hizbullahê dibin armanca êrîşên Îsraîlê.