Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl daxwaz dike ku “UNIFIL” ji Lubnanê derkeve

12:03 - 14 Çirriya pêşîn 2024

Serokwezîrê Îsraîl daxwaz ji Saziya netewên Yekgirtî kir ku hêzên “UNIFIL”ê ji başûrî Lubnanê veguhaze û ragihand ku Hizbullah binkeyên “UNIFIL” wek mertal bi kar tîne.

Hêzên Parastina Aşitî ya Saziya Netewên Yekgirtî li Lubnanê “UNIFIL”, ragihandiye ku tankên Îsraîlî li sibêdeha roja Yekşemî 22ê Rezberê, deriyê bingehîn ê binkeya wan li başûrê Lubnanê de şikandine û hatine nav vê binkeyê.

Ew yeka li halekê de ye ku serokwezîê؛ Îsraîl “Benjamin Netanyahu” li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de daxwaz ji Saziya Netewên Yekgirtî kir ku hêzên “UNIFIL”ê ji başûrê Lubnanê veguhaze û bi tezekî ragihand ku Hizbullaha Lubnanê, binkeyên “UNIFIL”ê wek mertal bo êrîşkirin û berevaniyê bi kar tîne.

Heta niha çendîn wêne û girtevîdyo yên cihê avêtina rakêtan û cebilxaneya Hizbullahê li nêzî binkeyên “UNIFIL”ê de hatine peydakirin ku bo parastina wan ji êrîşên Îsraîl, li nêzî wan binkeyên ““UNIFIL”ê de cihgîr kirine.

Herwisa li êrîşa hêza 146 a Artêşa Îsraîl li başûrê Lubnanê, ku bi tenê çend sedmetran ji yekeyên “UNIFIL”ê dûr bûne, çendîn curên çekan, narincek û rakêt û lançrên hizbullahê ku amadeyê avêtin bi Îsraîlê bûne hatine peydakirin.