Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Swêdê daxwaza bi terorîstnaskirina spaha pasdaran kir

17:58 - 14 Çirriya pêşîn 2024

Serokwezîrê Swêdê ragihand ku welatê wî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê dike, spaha pasdaran ku çendîn êrîşên terorîstî li dijî Îsraîlê li welatê Swêdê de encam dane, bi fermî, bi terorîst nas bike.

Roja Yekşemî 22ê Rezberê, “Ulf Kristersson” ê Serokwezêrê Swêdê ragihand ku welatê wî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê dike, ku spaha pasdaran ku çendîn êrîşên terorîstî li Swêdê de li dijî Îsraîlê encam dane, bi fermî , bi terorîst nas bike.

Navbirî li heypeyvîn digel rojnameya “Expressen”, daxwaza pêregihîştina micid bi rola kawilker a spsha pasdaran li bûyerên qewimî li Rojhilata Navîn û tundtirbûna kiryarên wan li Ewropayê û herwisa li Swêde de kir.

Li sala derbasbûyî ya Zayînî de 3 caran êrîşa terorîstî bi ser balyozxaneya Îsraîl li bajarê Stockholmê de hatine kirin û 2 êrîşên din jî bo ser kompaniya teknolojiya leşkerî ya Swêdê li 6 heyvên derbasbûyî de hatine kirin.

Saziya Ewlehiya Swêdê “SAPO” pêştir jî rêjîma Îranê bi vê yekê tawanbar kiribû ku çeteyên tawanker ên Swêdî, bo encamdana kiryarên tundîtîj li dijî berjewendiya Îsraîl li Swêdê de bi krê girtine, lê rêjîma Îranê ew yeka red kiriye.

Sala derbasbûyî, 2 tawankar û bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê yên bi navê “Rawa Mecîd” ê serokê çeteya cinayetkar a Swêdî ya bi navê “Foxtrot” û “Îsmaîl Ebdo” yê Serokê çeteya tawankar a “Rumba” bi pêka belgeyên ewlehî yên Îsraîlê ku li rojnameya Swêdê de belav bûn, bi kirêgirtiyê rêjîma Îranê û bikerên wan êrîşan bûne.