Rêjîma Îranê li 22ê Rezberê de 6 kes û li 9ê Rezberê de 4 kes li girtîhgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de bidarvekirine, bi wî awayî, rêjîma Îranê li heyva Rezberê, li girtîgehên xwe de zêdetir ji 100 kes bidar vekiriye.
Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî li Îranê, vê rêjîmê li roja Yêkşemî 22ê Rezberê de 6 girtî li girtîgeha Adilabadê li bajarê Şîrazê de bidar vekirine û herwisa li 9ê Rezberê de jî 4 binçavkiriyên din li vê girtîgehê de hatibûne bidarvekirin ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hîşber an kuştina bi zanebûn, ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin û hatine bidarvekirin.
Vê navenda mafê mirovî daye zanîn ku hejmara bidarvekirinan li heyva Rezbera Îsal de ji 100 haletan derbas bûye û renge ew amare heta dawiya vê heyvê gelek zêdetir bibe.
Rêjîma Îranê, sizaya bidarvekirinê wek alavek bo çavtirsandin û tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Beûç” bi kar tîne ku bikare tevî sepandina desthilata xwe bi ser xelkê, wan ji encamdana her cure nîşandana nerizayetî an serîhildanekê bitirsîne.