Rêjîma Îranê derdora 200 mûşekên balistîkî avêtine Îsraîlê lê pitira nêzî bi tevav a wan mûşekan li esmanê Ordon, Sûriye û Îsraîlê de hatine teqandin û çend mûşek jî li Îranê kevtine xwarê
Demjimûrên şevê 10ê Rezbera 1403 a Rojî, rêjîma Îranê bi pêka îdiaya xwe bo tolhildana kuştina “Îsmaîl Heniye, Hesen Nesrullah û Ebas Nîlfirûşan” derdora 200 mûşekên Balistîkî avêtine Îsraîlê û pitira nêzî bi tevav a wan mûşekan li esman de hatine teqandin.
Pêka dawî zanyariyan, gemiyên şerker ên Amerîka, sîstema berevaniya esmanî ya Ordonê û herwisa sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîl, ew mûşek li esmanê Îsraîl, Ordon û Sûriyê de teqandine.
Rêjîma Îranê bi fermî ragihand ku 200 mûşek avêtine Îsraîlê lê pêka dawî amarên belavbûyî bi tenê 180 mûşek li esmanê Ordon Sûriye û Îsraîlê de hatine dîtin, û bi vê pêkê hejmarek ji wan mûşekan nexuyane û mûşekeke balistîkî ya rêjîmê li bajarê Zencanê û mûşekek din jî bi erdê werzêrekî gundê “Rehîmavaya Sencabî” li devera “Kûzeran” a ser bi bajarê Kirmaşanê de kevtiye xwarê.
herwisa li vê êrîşê de li yekeya avêtina mûşekan li bajarê “Melard”ê de mûşekek li cihê xwe de teqeiya û 5 pasdarên rêjîmê hatine kuştin û 12 pasdarên din hatine birîndarkirin ku rewşa wan birîndaran xuya nine û li Ordonê de jî bi sedema kevtinexwarê ya mûşekên teqandî, 3 kes bi sivikî birîndra bûne.
Herisa li bajarê Têlavîvê de jî beşke mûşeka teqiyayî li esmanê wî bajarî de bi serr kedkarekî ereb ê xelkê Xezê de kevte xwarî û ew kuştiye.
Serkomarê Amerîka “Joe Biden” li vê derheqê de ragihand: “Êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê ti encamek nebûye”.