Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Merîwanê de êrîş kirine ser hejmareke kolberan û bi awayekî hovane ew kutane û îşkence kirine ku li encama vê îşkenceyê de kolberek bi dijwarî birîndar bû.
Pêka rapora “Kolber News”ê, sibêdeha roja Yekşemî 22ê Rezberê, hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li sînorê Merîwanê, bi awayekî hovane çendîn kolber girtine û kutane û îşkence kirin ku yek ji wan ê bi navê Mihemed, bi dijwarî birîndsar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.
Herwisa “Kolber News”ê daye zanîn ku 4 kolberên din ên bi navên “Karwan, Pûrya, Saman û Ferşîd” jî bi awayekî hovane ji aliyê wan hêzêan ve rastî kutan û îşkencedkirinê hatine.
Pêka rapora “Kolber News”ê ew kolber li halekê de hatine îşkencekirin ku ti alav an barek nebûne û hêzên hov ên sînorî piştî lipeyketin bi dû wan kolberan, ew girtine û îşkence kirine.