Yekîtiya Ewropayê 3 kompaniyên veguhastina esmanî û çendîn berpirsên rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirin û Birîtaniyayê jî hevdem 7 piledarên leşkerî yên rêjîmê û 2 sazî û yêkeyên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêan zêde kirin.
Roja Duşemî 23ê Rezberê, Wezîrên derve yên welatên endamê yêkitiya Ewropayê li civîna xwe de, Iran Air, Mahan Air û Saha Airlines û Hemze qelenderî yê cihgirê wezîrê derve yê rêjîmê, Bêhnam Şehriyarî yê fermandeyê yêkeya 190 a hêza quds a spaha pasdaran, Elî Şadimanî yê cihgirê hevahengiya biryargeha Xatemulenbiya, Elî Ceiferabadî yê fermandeyê hewafeza ya spaha pasdaran, Mehdî Gûgirdçiyan ê birêveberê kompaniya berhemanîna balafirên Îranê, Riza Xusrewî Meqdem ê delalê veguhastina mûşekan bo Rûsiyê û Ehmed Nûşîn ê birêveberê saziya hewafeza ya rêjîmê bi sedema rola wan li dabînkirin û vegihastina mûşekan bo Rûsiyê xistne nava liştê dorpçan.
Herwisa ofîsa birêveberina dorpêçên malî yên Birîtaniyayê(OFSI)ê ragihand ku mihemed husêyn ê fermandeye artêşa rêjîmê, Mihemed Kazimî yê serokê îtilaata spaha pasdaran, Ebdulrehîm Mûsewî yê fermandeyekî din ê artêşa rêjîmê, Elîmihemed Nayînî yê berdevkê spaha pasdaran, Husêyn Pûrferzane yê birêveberê ofîsa saziya Ferzanigan, Hebîbullah Seyarî yê serokê stada hevpar a artêşa rêjîmê, Hemîd Wahidî yê fermandeyê hêza esmaniya artêşa rêjîmê û saziya esmaniya Îranê (SAFA) û ofîsa Ferzanigan a ser bi beşa berevaniya rêjîmê, bi sedema rola wan li berhemanîn û piştevanî li bernameya cebilxaneya rêjîmê bo encamdana kiryarên tundûtîj li dijî welatan,xistne nava lîstê dorpêçên Birîtaniya.