Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îsal zêdetir ji 850 hezar milyard Tumen kêmiya bûdceyê heye

11:55 - 15 Çirriya pêşîn 2024

Wezîrê aboriya rêjîmê daye zanîn ku îsal zêdetir ji 850 hezar Milyard Tumen kêmiya bûdceyê heye û herwisa îşare bi vê yekê kiriye ku em bênzînê bi 30 hezar tumenî dikirin û bi 3 hezar tumen difroşne xelkê û ew karek ber bi aqîl nîne.

Wezîrî aboriya rêîmê “Ebdulnasir Himmtî” tevî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kirîna Bênzîna 30 hezar tumenî ji derve û firotina vê bi xelkê bi nirxa 3 hezar  tumenî ragihand ku ew karek ber bi aqîl nîne, lê navbir, îşare bi vê yekê jî nekiriye ku neft ku dahat xelkê Îranê ye û rêjîm bi talankirin û destbiserdegirtina vê darayiya xelkê Îranê, hêj neft, gaz û benzîna xelkê, difroşe xelkê.

Herwisa wî wezîrê rêjîmê daye zanîn ku îsal zêdetir ji 850 hezar milyard Tumen bûdce kêm hatiye û xwestiye kêmanîna bûdceyê bi nirxa kêm a bênzînê ve girê bide û bilindkirina nirxa bênzînê bi çareserikirina kêmanîna bûdceyê ve girê bide.

Rîjîma Îranê ji tirsê serhildana xelkê bo bilindkirina nirxa bênzînê, bi rêye wezîrên wiha bê şiyan û çewtekar dixwaze rê bo bilindkirina nirxa bênzînê xweş bike.