Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê li bajarê Seqizê de êrîş kire ser xaneqaha “Rahê Azadî” û çendîn kes binçavkirin

11:59 - 15 Çirriya pêşîn 2024

Piştî nivîsandina peyva “şehîd” li ser kêla “Şêx Azad Şehabî”, îtilaata rêjîmê li bajarê Seqîzê de êrîş kire ser xaneqaha “Rahê Azadî” û malbata Şêx Azad û hejmarek ji derwêşên li xaneqahê kutan û hejmarek binçav kirin.

Pêka rapor û zaniyariyên geheştinî me, roja Dûşemî 23ê Rezberê li demjimêrên şevê de, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Seqîzê de êrîş kirine ser xaneqaya “Rahê Azadî”, hejmarek ji kesên malbata Şêx Azad û hejmarek ji derwêşên li xaneqahê bi awayekî dijwar kutane û hejmarek jin û mêrên derwêş ên xaneqahê, binçav kirine.

Gorî zaniyariyan ew êrîşa piştî vê yekê hatiye kirin ku peyva “Şehîd” û helbesteke Kurdî li ser kêla “Şêx Azad Şehabî” hatibû nivsîn.

Hêzên îtilaata rêjîmê bi bê belgeya yasayî û bi tundûtîjî û reftara hovane, êrîş kirine ser vê xaneqahê û kesên ku hatine binçavkirinê bo ciheke nexuya veguhastine û rêyên derdora vê xaneqahê jî hatine milîtarîzekirin û dest bi ser hardên kamêrayan ên Xaneqahê de jî girtine.