Li halekê de ku Birîtaniya û Amerîkayê binkeyên Hûsiyan li parêzgeha “El-Hodeydê” de bombebaran kirine Îsraîlê êrîşa esmanî û bejayê bo ser Hizbullahê tundir kirine û xwe bo êrîşên berfirehtir, amade dike.
Pêka dawî raporan, balafirên Hêza Esmaniya Amerîka û Birîtaniyayê, 2 caran binkeyên Hûsiyan li devera “El-Selîf”ê ser bi parêzgeha “El-Hodeydê”, bombebaran kirine lê heta niha ti amarek ji kuştî û birîndaran û herwisa rêjeya xisaraên pêketî bi binkeyên Hûsiyan belav nebûne.
Li halekê de ku Artêşa Îsraîl xwe bo êrîşên berfirehtir amade dike, tankên Îsraîlî çone nav axa Sûriyê û li başûrê Lubnanê de jî tûnêleke 800 metrî ya Hizbullahê ku wek enbara cebilxane, binekaya fermandehî û enbara xwarinan a hêza El-Rizwan a Hizbullahê dihate bikranîn peyda kirine.
Serokwezêrê Îsraîl Binyamîn Netanyaho jî , careke din daxwaza ji hêzên “UNIFIL”ê kiriye ku bi demkî be jî, ji wan deveran derkevin.
Saziya “Şîn Bêt” û Polîsê “Laha û yekeya 433, hewla terorîstiya rêjîma Îranê li terorkirina kesayetiyên berçav ên Îsraîlê pûç kirin û bi kirêgirtiyekî rêjîma Îranê jî li vê derheqê de binçav kirin.
Herwisa “Samir Abûdeqe” ê berpirsê diron û paragilydêrên Hemasê li êrîşa 7ê October”ê, li êrîşeke hêzên ewlehî yên Îsraîlê de li Xezê, hate kuştin kuşt.
Ji aliyekî dinê jî egera êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê roj bi rojê micidtir dibe û deshilatdarê Îsraîlî radigehînin ku dê êrîşekî berfireh bikne ser navendên girînge Îranê û li wê derheqê de jî erêya amerîka jî wergirtiye.