Bi sedemeke nerohn, agir bi palavtingeha “Şûşter”ê ser bi parêzgeha Xûzistanê ketvtiye û pêka amarên rêjîma Îranê, kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Roja Sêşemî 24ê Rezberê, li demjimêrên şevê de agirpêketineke gelek mezin û berfireh li palavtingeha “Pars Pêtro ya Şûşter”ê li bajarê Şûşterê, ser bi parêzgeha Xûzistanê de qewimî û bi sedema vê agirpêketina berfireh û bi pêka raporên fermî yên rêjîmê, kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Pêka raporên fermî yên rêjîma Îranê û herwisa îdiaya fermandarê rêjîmê li bajarê Şûşterê, ew agirpêketin bi sedema lêketina tankêrekê bi enbarên bênzînê li vê palavtingehê, ew agirpêketin qewimiye.
Herwisa heta niha amara serast a kuştî û birîndaran û herwisa rêjeya sixarên pêketî bi vê palavtinghê nehatiye zanîn.
Berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê jî îdia kirine ku li ser vê agirpêketinê lêkolînan dikin lê heta niha bi serastî sedema vê agirpêketinê rohn nebeûye û egera vê yekê jî heye ku bi zanbeûn agir bi vê palavtingehê berdabin.
Rêjîma Îranê hertim hewlê dide ku teqîn û agirpêketinên li binke û navendên neftî û enbaran de asayî bide xuya.