Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, welatiyekî Kurd hate bidarvekirin

11:49 - 16 Çirriya pêşîn 2024

Welatiyekî xelkê devera “Biradost” a ser bi bajarê Urmiyê, ku pêştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hate bidarvekirin.

Pêka rapora “Kurdpayê”, sibêdeha roja Sêşemî 24ê Rezberê,welatiyek ê bi navê “Nasir Mihemedî Hingirwanî” yê kurê “Xelîl”, xelkê gundê “Nêçela” ser bi devera “Biradost” a bajarê Urmiyê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin.

“Nasir Mihemedî Hingirwanî” bi tohmeta kuştina bi zanebûn, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Heta niha ti navendeke fermî û ragihandineke naxwyî ya rêjîmê, nûçeya bidarvekirina wî welatiyê Kurd, belav nekirine.

Rêjîma Îranê li vê heyvê de zêdetir ji 100 kes li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine û roj bi roj, sepandina sizaya bidarvekirinê û cîbicîkirina wan siziayan ji aliyê rêjîma Îranê ve zêdeir û lezgîntir dibe û ew rewş li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa Belûçistanê de tundtir e.