Zêdetir ji 300 kes ji xelkê Efxanistanê ku dixwestin bêne nav axa Îranê rastî gulleraşnsina hovaneya hêzên rêjîma Îranê hatin û piraniya wan bi serdema wan gulleyan hatine kuştin an birîndarkirin.
Pêka rapora Halveşê, roja yekşemî 22ê Rezberê, li devera “Kilgan”ê ser bi bajarê Serawanê, hêzên sînorî yên rêjîma Îranê bi awayekî hovane, gulle bi ser zêdetir ji 300 kes ji xelkê Efxanisatanê reşandine ku dixwestên bêne nav axa Îranê û bi tenê 70 kes ji wan karîne xwe rizgar bikin û yên din an hatine kuştin an hatine birîndarkirin.
Heta niha ragihyandinên ser bi rêjîma Îranê ti rapor an nûçeyek li derheq vê cinayeta rêjîma Îranê, belav nekiriye.
Dadstanê giştî yê berê yê Efxanistanê li vê derheqê de peyamek li ser tora civakiya “X” bgelav kiriye û û ew kiryara rêjîma Îranê li guştina bizanbeûn a xelkê bêtawan ên koçberên Efxanistanê bi “cinayet li dijî mirovahiyê” binav kir û daxwaz ji Saziya Netewên Yekgirtî, dadgeha bilind a Sizakirina Navnetewî û navendên navnetewî yên parastina mafê mirovî kiriye ku bikerên vê “cinayeta li dijî mirovahiyê” siza bikin.
Heta niha amara serast a kuştî û birîndaran nehatiye zanîn lê pêka rapora “Halveş”ê zêdetir ji 10an kes li vê cinayeta rêjîmê de hatine kuştinê.
Koçberên Efxanî ku pitir jin û zarok in bo parastina canê xwe û rizgarbûn ji desthilata Taliban, ji Efxanistanê derdikevin û heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku li vê cinayeta hovaneya rêjîma Îranê de bi çi rêjeyekê jin û zarok hatinê kuştin an birîndarkirin.