Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl navendeke Hemas li Xezê û çend navendên Hizbullah li Beyrûtê teqandin

12:05 - 2 Çirriya pêşîn 2024

Li êrîşeke nû ya hêza esmaniya Îsraîl bo ser milîsên Hemasê li bajarê Xezê, navendeke fermandehiya milîsên Hemasê ku li xwendingeheke bajarê Xezê ya bi navê “El-Birîc” de hatibû cihgîrkirin, bû armanca balafireke Îsraîlî û bi kesên li wî bînayî ve hate teqandin.

Artêşa Îsraîlê careke din milîsên Hemasê li bikranîna xwendingehan wek binke û enbarên cebilxane û xelkê medenî wek mertalê zindî, bi tawanbar nas kir.

Pêka amarên belavbûyî li vê êrîşê de 9 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne lê bi serastî xuya nîne ku çend kes ji wan xelkê medenî û çend milîsên Hemasê ne.

Herwisa li demjimêrên şeva Sêşemî 10ê Rezberê, devera Zahiye ya bajarê Beyrûtê, careke din bi giranî hate bombebarankirin û çend enbareke mezin ên cebilxaneya û herwisa navenda berhemanîna çekan a Hizbullahê li tûnelên binerd ên Hizbullahê de hatine teqandin.