Sedrê`ezemê Alman tevî tekezî li piştevanîkirina Îsraîlê bi micîdî huşdar da rêjîma Îranê û ragihand ku rêjîma Îslamiya Îranê bi agir dilîze.
Sedrezemê Alman “Olaf Şoltz” li roja Çarşemî 25ê Rezberê, li axaftina xwe li parlemana wî welatî de bi tekezî û micîdî huşdarî da rêjîma Îranê û got ku ew rêjîme bi agir dilîze û hewce ye ku hemû êrîşên mûşekiyên xwe bo ser Îsraîlê bisekinîne û herwisa ragihand ku Alman dê bi berdewamî piştevaniyê li Îsraîl bike û êrîşên rêjîma Îranê bi ti awayekê, nayêne qebûlkirin.
Herwisa navbirî daye zanîn ku hewce ye şiyana berevaniya Îsraîl bi berdewamî bê bihêzkirin û parastin.
Ew yeka li halekê de ye ku Dewleta Alman hewlê dide, yekîtiya Ewropayê, spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî nas bike û biryarnameyeke taybet bo Yekîtiya Ewropayê şandiye û rêkarên yasayî bo bi terorîstnaskirina spaha pasdaran jî li vê biryarnameyê de diyarî kiriye.
Dadgehya Hamborgê li helwîsteke mierovperwerane de, spaha pasdaran bi terorîst nas kiriye û hemû binkeyên olî yên ser bi rêjîma Îranê li wî welatî de jî daxistine û dest bi ser tevahiya darayiuya wan de girtiye.
Herwisa Alman kite welatê Yêkitiya Ewropayê ye ku Girûpa Hizbullaha Lubnanê ku baskê şerxwaziya rêjîma Îranê ye, wekî girûpekî tirorîstî nas kir û hemî çalakiyên wê li alman qedexe kirin û dest bi ser hemî darayî ya wê taqmê de girt.