Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmendaman li 7 parêzgehên Kurdistan û Îranê de, kombûna nerizayetiyê lidar xistin

11:31 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Kêmendaman bi awayekî hevdem li 7 parêzgehan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza birêveçona tevav a madeya 27 a yasaya kêmendaman li reşnivîsa bûdceya 1404 a Rojî de kirin.

Roja Çarşemî 25ê Rezberê, kêmendaman li parêzgehên “Kirmaşan û Urmiyê” de hevdem digel 5 parpêzgehên din li seranserê Îranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza birêveçona tevav a xalên madeya 27 a kêmendaman ên wek alîkariya malî bo jiyana kêmendaman kirin û bi hilgirtina pilakardan diruşmên wek “êdî soz bes in, sifreya me wala ye” û çend dirûşmên din dan.

Herwisa kêmendaman li parêzgehên Têhranê, Xurasan, Kirman, Sîstan û Belûçistan û Erdebêl”ê kombûna nerizayetiyê lidar xustin.

Li vê heyvê de ewa duyemîn care ku kombûna nerizayetî ya kêmendaman bi rê ve diçe û pêştir li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê de hevdem digel bajarên dinê ye Îranê ên wek “Têhran, Qum, Meşhed, Kirman û Çabihar”ê de kombûneke hevşêwe bi rê ve çobû.

Kêmendam li Îranê de bi sedema neşiyana kar û peydakirina dahatê, di rewşekî gelek dijvar de ne, û rêjîm ti giringiyekê nade daxwaz û rewşa xirabe wan.