Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Swêdê li parlemana Ewropayê, daxwaza derxistina balyozê rêjîma Îranê ji Swêdê kir

11:33 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Nûnerê Swêdê li parlemana Ewropayê daxwaz ji Wezareta Derve ya Swêdê kiriye ku balyozê rêjîma Îranê ji Swêdê bê derxistin.

Roja Dûşemî 23ê Rezberê, “Çarlî Wêymêrz” ê Nûnerê Swêdê li parlemana Ewropayê, bi belavkirina peyamekê daxwaz ji Wezîra Derve ya Swêdê “Mariya Êstênêrgar” kiriye ku balyozê rêjîma Îranê ji welatê Swêdê derxîne û ragihandiye ku rêjîma Îranê bi kirêgirtina çeteyên cinayetkar li Swêdê de, hewla encamdana kiryarên terorîstî li welatê Swêdê de dide.

Serokwezîrê Swêdê, “Olof Kirîstêrsin”, li roja Yekşemiya Derbasbûyî de daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiribû ku spaha pasdaran bi terorîst nas bikin.

Saziya Ewlehiya Swêdê (SAPO), pêştir ragihandibû ku rêjîma Îranê bi kirêgirtina endamên çeteyên cinayetkar ên Swêdî, wan bo encamdana kiryarên tundûtîj li dijî berjewendiya Îsraîl li welatê Swêdê de bi kar tîne û heta niha 2 serçeteyên Swêdî yên bi navên “Rawa Mecîd û Îsmaîl Ebdo” ku birêveberên çeteyên cinayetkar ên “Foxtrot û Rumba” ne, ji aliyê rêjîma Îranê ve wek bi kirêgirtî bi kar anîne.