Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dayîka Şehîd Nîka Şakeremî, binçav kirin

11:38 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Dayîka Şehîd “Nîka Şakeremî” ji aliyê geşta Îrşad a rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera vê dayîka şehîd nehatiye zanîn.

Roja Çarşemî 25ê Rezberê, “Ayda Şakeremî” ya xwîşka şehîd “Nîka Şakeremî” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Instagram”ê de daye zanîn ku hêzên geşta îrşad a rêjîma Îranê li bajarê Xuremabadê de “Nesrîn Şakeremî” ya dayîka vê û “Nîka”yê binçav kirine.

Herwisa “Ayda Şakeremî” li vê peyama xwe de daye zanîn ku ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser dayîka xwe, nîne.

Şehîd “Nîka Şakeremî” li 29ê Xermanan a 1401 a Rojî ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê ve bi  dirindanetirîn îşkenceyan hate şehîdkirin.

Şehîd “Nîka”, keçe Kurda xelkê Bajarê Xuremabadê, yek ji serhildêrên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê bû ku li xwenîşandanên seranserî de beşdar bû û şehîdkirina vê nûgihana Kurd, yek ji cinayetên hovaneya hêzên spaha pasdaran a terorîst li hember serhildêran bû.