Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî ti Firokeyekî Îranê nikare bifire û biçe bo Ewropa

11:39 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Piştî dorpêçên nû yên Yekîtiya Ewropa û Birîtaniyayê ku kompaniyên esmanî yên rêvîngiyên rêjîma Îranê kiribûne armanc, êdî ti balafireke Îranê îzna çon bo esmanê welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê nîne.

Roja Çarşemî 24ê Rezberê, “Meqsûd Es`ediyê Samanî” yê birêveberê encumena kompaniyên esmanî yên Îranê, tevî îşarekirin bi dawîhatina firînên balafiran ên rêvîngiyên Îranê bo Ewropayê, gotiye: “take kompaniya rêvîngiya esmanî ya Îranê, Îran Êyr bû ku piştî wan dorpêçan, êdî ti balafireke Îranê îzna çon bo Ewropayê nîne.

Roja Duşemî 23ê Rezberê, Wezîrên derve yên welatên endamê yêkitiya Ewropayê li civîna xwe de, kompaniyên esmanî yên rêvîngiyên “Iran Air, Mahan Air û Saha Airlines”, bi sedema rola wan li dabînkirin û vegihastina mûşekan bo Rûsiyê xistne nava liştê dorpçan.

Herwisa ofîsa birêvebirina dorpêçên malî yên Birîtaniyayê(OFSI)ê, saziya esmaniya Îranê (SAFA), tehrîm kir.

Piştî wan dorpêçan êdî ti balafireke rêjîma Îranê nikare serdana welatrên Ewropayê bike.

Rêjîma Îranê bi balafirên rêvîngî, cebilxane bo milîsên xwe yên li Rojhilatan Navîn bi taybet bo Lubnan û Sûriyê jî vediguhaze.