Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêkitiya Ewropa li derheq malikiyeta 3 giravan, piştevaniya xwe ji Imaratê ragihand

11:41 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Şêwreya alîkariya Kendawê û Yêkitiya Ewropa bi belavkirina daxuyaniyekî hevpar, ragihandin ku rêjîma Îranê 3 giravên Tombê Mezin, Tombê Biçûk û Ebû Mûsa dagîr kirine û daxwaza dawîpêanîna wê rewşê bûn.

Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîma Îranê li dijkiryar de ragihand: Ev daxuyaniya Ewropa nîşana dijayetiya ewropa digel Îranê ye û ev 3 girav yê Îranê ne û dê her yê Îranê jî bimînin.

Ev daxuyaniya Yêkitiya Ewropa bo piştevanî ji Imaratê, û piştrastkirina daxuyaniya Şêwra alîkariya Kendawê li derheq malikiyeta wan 3 Cizîran, li halekê de ye ku aloziyên di navbera Îranê û welatên Rojavayî roj bi rojê zêdetir dibin.

Givaşên Ewropa bo ser Îranê wedigerin bo havêtina sedan Mûşekan ji aliyê rêjîma Îranê bo ser Îsraîl û herwisa hinartina Mûşek û dironan ji aliyê wê rêjîmê ve bo rûsiyê bo şerê Ukrayînê.

Daxuyaniya hevpare Yêkitiya Ewropa û Şêwra Alîkariya Kendawê de, daxwaz ji rêjîma Îranê hatiye kirin ku bernamên mûşekî û dironiye xwe rawestîne û hewceye bernama Navokiya rêjîma Îranê jî bernameyekî aştîxwazane be û rêjîma Îranê îsbat bike ku meqseda wê çeka etomî nîne.

Li derheq malikiyeta 3 Cizîran bo Imaratê, pêştir Çîn û Rûsiyê jî ragihandine ku ev Cizîre yê imaratê ne û vê yêkê jî dijkiryara rêjîma Îranê li pey xwe anîbû.