Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîş bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê li Rojhilata Navîn de berdewam in

11:43 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Amerîkayê binkeyên Hûsiyan bombebaran kirin û Artîşa Îsraîlê li operasiyonên nû de xisarên giran li Hizbullahê dan û fermandeyekî din ê Hizbullahê kuşt û enbareke mûşekiya rêjîma Îranê li Sûriyê teqand.

Pêka rapora “CENTCOM”ê balafirê bombhawêj ên cura “B2” û bi bombên Mark-84”,  li demjimêrên şevê, 25ê Rezberê, Hûsiyên Yemenê kirine armanc û li bajarê Sen`ayê de çendîn enbarên cebilxaneya wan milîsên ser bi rêjîma Îranê teqandin.

Herwisa li dawî êrîşên Artêşa Îsraîl bo ser Hizbullahê, fermandeyekî pilebilinde Hizbullahê bi navê “Celal Mistefa Herîrî” li devera “Qana”yê de kuştin, ku berpirsê yekeya dijetank û berpirsê çekên nîvegiran ên Hizbullahê li devera Qanayê de bû.

Gorî dawî zaniyariyan hêza bejayî a artêşa Îsraîl li nava axa Lubnanê de berdewam diçe pêş û heta niha çendîn bajar bi temamî kontirol kirine û hemî binke û tonêlên hizbullahê jî teqandine.

Herwisa balafirên Artêşa Îsraîl, li devera Laziqiyê ya Sûriyê de, enbarên cebilxane û mûşekî yên rêjîma Îranê kirine armanc û teqandine.

Li vê derheqê de çavdêrê mafî mirovî li Sûriyê, daye zanîn ku enbarên cebilxane li bajarê qiraxaviyê Laziqiyê, li vê êrîşê de hatine teqandin û agir bi wan enbaran kevtiye.